Pêşengeha ‘Dengên Rengîn’ ya jinên başûr û rojava bi dawî bû

Li Bajarê Silêmaniyê Jinên Rojava û Başûrê Kurdistanê Pêşengeha ‘Dengên Rengîn’ ya ku behsa êş û berxwedana jinên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikir vekirin.
Pêşengeh diroja çaremîn de bi dawî bû.

Li Silêmaniyê Pêşangeh di 12’yê Îlonê de bi amadebûna Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir, Nûnerên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek hûnermend hate vekirin.

Hûnermenda jin ya beşdarî pêşangehê bû.

Şano Mihemed spasiya amadekarên pêşengehû kir û diyar kir ku ji bo Jinan derfetek başê ku bi hev re hûnera xwe pêşxin.

Hûnermend Yara Hesko ku ji Rojavayê Kurdistanê bi çend tabloyan beşdarî pêşengehê bû û got:
“Tenê di nava çar rojan de me gelek mirovên baş nas kirin, me bi rastî hîs kir ku çanda me yeke.”

Herwiha Nûnera Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd destnîşan kir ku Projeya hevbeş di navbera Başûr û Rojava de ji mêj ve di plansaziya wan de hebû.

Evîn wiha dewam kir :”Şoreşa Rojava bi ‘Şoreşa Jinan’ tê nasîn lewra em weke jin ji bo hevkariya hevbeş her tim bibin pirek di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de.”

Back to top button