Ciburî: Hikumeta Kazimî nikare dewam bike

Parlamenterek Hevpeymana Ezim da zanîn ku Hikumeta niha ya Kazimî nikare dewam bike, ji bo wê Mihemed Sudanî ji bo pêkanîna hikumeta nû wê pêngavan bavêje.

10’ê Cotmehê salek di ser hilbijartina Parlamentoya Iraqê re derbas dibe.

Lê krîza siyasî ya li welat heta niha rê nedaye ku ne serokwezîr û ne jî serokomarê nû bê hilbijartin.

Ev yek jî bûye sedema ku hikumeta berê ya li ser deshilatê, saleke din jî welat birêve bibe.

Lê aloziyên derdikevin, êdî hikumeta Serokwezîr Mistefa Kazimî jî dixe tengaviyê.

Parlamenterê Iraqê Ehmed Ciburî yê ji Hevpeymana Ezim ku Xemis Xencer serokatiya wê dike têkildarî mijarê ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Li gorî Ciburî hikumeta niha ya bi serokatiya Kazimî nikare dewam bike û namzetê Çarçoveya Hemahengî Mihemed Sudanî dest bikar bike.

Ciburî di dewama axaftina xwe de dibêje;

“Sudanî di rojên borî de li avahiya parlamentoyê bi 83 parlamenterên aliyên siyasî yên cûda re rûnişt û behsa bernameya hikumeta nû kir.

Di heman demê de Sudanî li ber çavê parlamenteran soz da ku ew pirsgirêkên siyasî û aborî yên Iraqê çareser bike.”

Hêjayî gotinê ye Tevgera Sedir dijî namzetê Çarçoveya Hemahengî ye û piştgiriya Kazimî dike.

Ji ber vê yekê di nava mehên derbasbûyî de careke din li Iraqê rewş aloz bûbû.

Li ser zext û bangên ji derve şer hatibû rawestandin.

Back to top button