Lapid ji bo çareseriya aloziya Îsraîl-Filistîn pêşniyara 2 dewletî kir

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid di daxaftina xwe ya li Civata Giştî ya NY de bal kişand ser vê yekê û got,
“Bi Filistîniyan re ji bo du gelan, lihevkirineke du dewletî, ji bo aborî, ewlekarî û paşaroja zarokên me ya rast e.”

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid li bajarê New Yorka Amerîkayê beşdarî civîna Civata Giştî ya 77. a NY bû.

Yair Lapid bal kişand ser çareseriya du dewletî ya di aloziya navbera Îsraîl-Filistînê de û wiha got:

“Lihevkirina du dewletan a bi Filistîniyan re, ya ji bo du gelan, ji bo ewlekariya Îsraîlê, aboriya Îsraîlê û siberoja zarokên me tiştekî rast e.”

Lapid destnîşan kir ku her peyman wê girêdayî dewleteke Filistînî ya aştiyane ya ku gefê li Îsraîlê nexwe girêdayî ye û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Filistînê ya paşerojê wê aştiyane be.

Ew ê nebe baregeheke din a terorîstan ku gefê li dewlemendî û hebûna Îsraîlê bixwe.

Wê bibe parastina ewlehiya hemû Îsraîlê.

Hûn dikarin ji me bixwazin ku em li gorî nirxên di Peymana Neteweyên Yekbûyî de bijîn, lê hûn nikarin bixwazin ku em ji bo wan bimirin.”

Serokwezîrê Îsraîlê anî ziman ku piştî 17 sal berê ji vekişîna Îsraîlê ji Xezzeyê heta niha bêtirî 20 hezar roket û mûşek avêtine erdên Îsraîlê û wiha got:

“Li vê avahiyê gelek caran ji me hat pirsîn ku çima me qedexeyên li ser Xezeyê ranekirin.

Em amade ne ku sibê sibê bikin.

Tenê şertek me heye, dest ji avêtina roket û mûşekan hûn di avêjin zarokên me berdin.

Çekên xwe bavêjin, dê ti sînordar nemîne.”

Beriya niha jî her çiqasî pêşniyara du dewletî ji bo Îsraîl û Filistînê hatibe kirin jî lê bi ti awayî bi necam nebû.

Back to top button