QSD’ê bîlançoya êrişên meha Sibatê li ser herêmê eşkere kir

Navendana ragihandin û çapmeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên mehekê li ser herêmê eşkere kir. Di nava mehekê de dewleta Tirk 24 caran bi çekên giran û 2 caran bi balafirên bê mirov êriş pêk anîn. Her wiha 4 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên meha Sibatê li ser herêmê eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir tevî kareseta erdhejê ya ku 6’ê Sibatê rû da, dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmê dewam dike.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk di meha Sibatê wiha ye: 24 caran bi çekên giran û 2 caran bi balafirên bê mirov êrişî herêma hat k136irin.

Bi rêbaza îstîxbaratî erebeyek li taxa Şêxmeqsûdê û yek jî li Hesekê hatin teqandin.

QSD: Di êrişên dewleta Tirk ên meha Sibatê de 4 welatî şehîd bûn

Di encama van êrişan de;

4 welatî ku ji wan koçberekî Efrînî yê 70 salî şehîd bûn û 3 kes jî birîndar bûn.

Her wiha zererên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.

QSD’ê di dewama daxuyaniyê de îşaret bi derewên dewleta Tirk ên ku dixwaze van êrişên xwe rewa nîşan bide jî kir û got: “Dagirkeriya Tirk ji bo ku sûcên xwe binixumîne, ragihand ku wan endamekî
me yê bi navê Xelîl Mencî ku destê wî di teqîna li Stenbolê de hebûye kiriye hedef.

Em piştrast dikin ku tu têkiliya vî kesî bi hêzên me re tune ye û ew sivîl e û dûrî çalakiyên leşkerî û siyasî ye.”

QSD’ê da xuyakirin ku dewleta Tirk rewşa erdhejê û mijûlbûna civaka navnetewî bi erdhejê re ji xwe re kir firsend û êrişên xwe dewam kirin.

QSD’ê bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin û hesab ji dewleta Tirk li ser van sûcên wê bipirse.

Back to top button