Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê ji bo pêşxistina qada aborî li herêmê di gelek aliyan de pêşbirkeke ragihand.
Bi armanca hilbijartina gelek karmendan ji bo rêveberiya giştî ya çandinî, sewaldarî, gerînende û komîteyên girêdayî wê, Desteya Aborî û Çandiniyê dê pêşbirkekê di vê mehê de li dar bixe.
Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Hediye Elî têkildarî pêşbirkê de ev agahî da:
“Em kesên ku endazyarên çandiniyê ji hemû beşan, peymangehên çandinî, kesên amadehiya çandinî û giştî xwendine, kesên zanîngeh bi dawî kirine û ajokar digrin
Heta niha 372 kes ji bo pêşbirkê navê xwe li avahiya Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya Qamişlo tomarkirine.
Ji wan 41 Endazyarên çandiniyê ne, 57 kesên ji (peymangeh û zanîngeh), 242 kesên pê re bawernameyên refa 12 hene û 40 ajokar in.
Ev deh roje pêşpirg hatiye ragihandin û dê bidome”