Rûspiyên Minbicê: Armanca êrîşan zindîkirina Osmaniya nû ye

Artêşa Tirk a dagirker, êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewam dike, bi taybet li ser navçeya Eyn Îsayê ku bi hemû awayan, hewldana dagirkirina herêmê dike û sûcên hovane, pêk tîne. ​​​​​​​Şêx û rûspiyên eşîrên li Minbicê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bê navber êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî navçeya Eyn Îsayê dikin. Dagirker hewl didin herêmê dagir bikin û sûcên hovane, pêk tîne.

Şêx û rûspiyên eşîrên li Minbicê, êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red kirin û diyar kir ku armanca van êrişan, zindîkirina împaratoriya Osmanî ye.

Şêxê Eşîra Nebî El-Isêdî ya li Minbicê û berdevkê fermî yê Rûspiyên Minbicê û Gundewarên wê Mihemed Sadiq El-Isêdî, êrîşên Dagirkeriya Tirkiyê li ser Eyn Îsayê bertek nîşan da û anî ziman ku ew li dijî her mudaxeleyên ji derve ne.

Em li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Eyn Îsa, Serê Saniyê û Girî Spî ne.

Em bi navê eşîrên ereban bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin, da ku dev ji pêkanîna sûcên li dijî mirovahiyê berde.

Mihemed Sadiq destnîşan kir, dewleta Tirk dixwaze împaratoriya Osmanî li Rojhilata Navîn zindî bike, lewma hewldana dagirkirina rûbereke mezin ji xaka herêmê dike.

Em bang li şêniyên Sûriyê dikin ku li xaka xwe vegerin û li şûna ku bi aliyên derve re êrişî xaka welêt dikin, destekê bidin avakirina Sûriya nû.

Li aliyekî din Hisên Farûq El-Maşî ku rûspiyekî eşîra Bubna ya li Minbicê ye, êrîşên dagirikeriya Tirkiyê li ser herêmê, şermezar kir.

Em destwerdana împaratoriya Osmanî a di kar û barên Sûriyê de û binpêkirina maf û xaka gelên azad, şermezar dikin

Back to top button