Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî TAJÊ li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyê ya li Bşûrê Kurdistanê piştrast kir ku, gerîla hêza parastina nirx û dîroka Kurdistanê ye.
TAJÊ li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Şengalê daxuyaniyek da û anî ziman
“Berxwedana gerîla ya li beramberî dagirkeriya Tirkiyê her diçe mezin dibe û dikeve dîrokê.
TAJÊ eşkere kir ku dewleta Tirk bi rêya PDK’ê dixwaze şerê birakujiyê bide destpêkirin û tekez kir ew bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin gerîlayên Kurdistanê.
Di dawiyê de TAJÊ bang li hemû jinên Êzidî û tevahî jinên cîhanê kir ku dakevin qadan, dengê xwe li bermberî dagirkeriyê bilind bikin.