Dewleta Tirk li gundewarên Minbicê 3 jin û zarokek birîndar kir

Di encama topbarana dagirkeran li ser gundê Iwn El-Dadat a Minbicê de, 3 jin û zarokek birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di saet 2:00an de gundê Iwn El-Dadat ê bakurê Minbicê ji baregeha gundê Toxar, topbaran kir.

Meclisê da zanîn ku di encama topbaranê de, 3 jin û zarokeke 17 salî birîndar bûn û rewşa du jina giran e.

Her wiha di encama topbaranê de, zirarên madî di gund de çêbûn.

Li aliyekî din jî, ji ber topbaran dagirkeran li ser gundên Kopirlik, Huriye û Cirinê yên Girê Spî, agir bi zevî û malên sivîlan ket.

Back to top button