Silêmaniyê-Welatiyek di êrişa dagirkeriya Tirkiyê a li ser navçeya Dûkanê de şehîd ket

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser navçeya Dûkan a Silêmaniyê de welatiyek şehîd bû.

Balafireke bêmirov ya dewleta Tirk ya dagirker, duh li navçeya Dûkan ya Silêmaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir û di encamê de du kes birîndar bûn.

Welatiyên ku di encama êrişê de birîndar bûne, rakiribûn Nexweşxaneya Dûkanê.

Êriş li ser rêya nêzîkî gundê Qelat ê navçeyê pêkhat.

Duh derengiya şevê medyayên herêmî diyarkirin ku Nejwan Abdullahê ku di êrişê de bi giranî birîndar bibû, tevî hemû destwerdanan jî rizgar nebû şehîd ket..

Rayedarên başûrê Kurdistanê diyar kir ku ew derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Back to top button