“Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re wê li heremê qonaxek nû pêşbikeve”

Endamê (KNK) Şoreş Xidir diyar kir ku di konferansa netewî ya Lozanê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Şoreş Xidir di destpêka axaftina xwe de got:

”Di roja dawî ya konferansê de daxwaznameyek ji 10 xalan hat amadekirin.

Yek ji wan xalan jî dayîna tazmînata gelê Kurd bû.

Niha kurd xwedî projeyek giştîne ku hemû pêkhate û baweriyan digre nava xwe.

Ew jî Konfederalîzma Demokratîke ku rêzdar Abdullah Ocalan pêşkêşî netewan kir.”

Xidir di dewamê de destnîşan kir ku yek ji mijarên giring ên konferansê, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bû, û wiha dewam kir:

”Her kes li ser wê yekê hemfikir bûn ku bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan re wê qonaxek nû di siyaseta herêmî û rizgariya netewî ya kurdistanê de pêşbixîne.

Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan weke merca sereke ya aramiya hermê hate binavkirin”

Back to top button