Li cem Şêxa Misto ya herî bi wate tama kedê ye

Şêxa Misto ya ku girîngiyeme mezin dide kedê, diyar kir ku di mala her jinekê de dermanxaneyeke veşartî heye. Şêxa Misto qala feydeyên giya û nebatan ya ji bo nexweşiyan kir.

Ji ber ku dayîk afrîner û kedkarên yekê di civakê de ne, rola wan jî bêtir e..

Ew di baxçika xwe de kevneşopî û bîranên berê kom dikin û ji nifşên nû re behsa wê ked, eşq, xebat û jiyana bi wate û komînal dikin.

Yek ji wan jî Şêxa Misto, dayikeke ji navçeya Til Temira Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Yadê Şêxa 62 salên xwe di rêwîtiyên bi wate re derbas kiriye.

Li cem yadê Şêxa ev bû 60 sal in ya herî bi wate tama kedê ye.

Li gorî wê dema ku mirov xwêdan dide û diweste, wê demê bi tama kedê hîs dike û pê kêfxweş dibe.

Şêxa Misto ji pêdiviyên mala xwe nexweşiyên xwe derman dike

Di vê derbarê de Şêxa qala girîngiya giyayê hermelê dike..

Yadê Şêxa sûda hin pêdiviyên ku di mala her kesî de peyda dibin de eşkere kir û diyar kir ku ev gihayên ku we ji nexweşiyan diparêzin, bêyî ku hûn agahdar bin..

Yadê Şêxa anî ziman ku dermanxaneya hemû malbatan ne nexweşxane ne, lê di hundirê malê de ye, ev jî giyayên xwezayî ne.

Back to top button