Firokeyin nenas, gudwarê Helebê bombebaran kir

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şeva borî, firokeyên nenas, derdora gundê Teqad ê li gundewarê Helebê bombebaran kirin.

Her weha firokeyan, derdora bajarê Ezazê jî, ku nuqteyeke leşkerî ya dewleta Tirk heye, bombebaran kir.

Heta niha nasnameya van firokeyan nehatiye zanîn, lê tê texmînkirin ku firokeyên Rûsyayê bin.

Hêzên hikûmeta Şamê, gundewarê Idlibê topbaran dike

Şeva borî jî, hêzên hikûmeta Şamê, gundên Bênîn, Dêr Sinbil û Bara yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha Çavdêriya Sûrî, di encama topbarana hêzên hikûmeta Şamê de kuştina sivîlekî, li derdora gundê El-Qahira yê Sehil El-Xab, belge kir.

Çavdêriyê duh ragihandibû ku hêzên hikûmetê bi nêzî 35 mûşekan, deverên Fitêra û Sefohin ên Cebel El-Zawiye topbaran kirin.

Li aliyê din jî dewleta Tirk û çeteyên xwe, devera Kefer Nubbul topbaran kirin û di enacmê de, kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê çêbûn.

Back to top button