Li dadgeha Parîsê, 30 sal cezayê zindanê li DAIŞiyekî Fransî hat birîn

Dadgeha Parîsê, cezayê 30 salan li serçeteyekî DAIŞ’ê yê Fransî ku sûc li Sûriyê kiribûn, birî.

Duh li dadgeha Parîsê, serçeteyê DAIŞ’ê yê Fransî yê bi navê Tyler Velos hat dadgehkirin.

Dadgehê, ji ber ku çete Tyler sûcên şer li dijî mirovahiyê di navbera salên 2013-2015’an de li Sûriyê pêk anîbûn, 30 sal cezayê zîndanê lê birîn..

Serçete Tyler Velos, sala 2012’an çûbû Sûriyê û tevlî nav DAIŞ’ê bûbû, piştre vegeriyabû welatê xwe.

Tê gotin ku bi sedan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî vegeriyane welatê xwe û heya niha li ser sûcên xwe, nehatine dadgehkirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên girtî li cem Rêveberiya xweser hene û tevî banga avakirina dadgeheke navneteweyî, heta niha nehatine dadgehkirin..

Rêveberiya Istixbarata Îraqê ya parêzgeha Enbarê jî ragihand ku, di nav de 2 serçeteyên bi navên “Ebû Esîd û Ebû Îslam”, 6 çeteyên DAIŞ’ê hatine giritin.

Back to top button