Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li navçeya Şera kir hedef.
Doh êvarê balafireke dewleta dagirker nuqteyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Malikiyê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê bombebaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker beriya wê jî derdora baregeha hêzên Rûsyayê ya li gund Wehşiyê a Şehbayê topbaran kir.