Operasyonên hêzên Asayîşê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê dewam dike.
Hêzên Asayîşê li Reqayê operasyonek li dar xist û di encamê de 9 çete hatin girtin.
Hêzên Asayîşê têkildarî girtina çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê û gundewarên wê daxuyaniyek belav kir û wiha got:
Şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî çalakiyên xwe bi gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker re zêde kirin.
“Ji bo parastina ewlehî û îstîqrara herêmên me û girtina van şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî û ji bo tolhildana şehîdên me operasyon didome.
Hêzên me di saetên Sibeha 30’ê Kanûnê, îro de, li Reqa û gundewarên wê bi ser gelek nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê de girt.
Di encamê de 9 çete girtin û çekên li gel wan desteser kirin.
Hêzên Asayîşê diyar kir ku dê serdegirtin û şopandina hemû kesên ku hewl didin ewlehiya gel têk bibin, dewam bikin.
Dawiyê jî hevkariya gelê herêmê ji bo têkbirina hemû şêweyên terorê, pîroz kir.
QSD: Di roja 2’an a operasyona “Birûska Cizîrê” de 52 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin