Li Reqayê 6 şehîdên êrişa DAIŞ’ê hatin oxirkirin

Li Reqa, Dêrik û Amûdê merasîmên sersaxî û oxirkirina şehîdan hebû. Di merasîman de soza berdewamiya rêya şehîdan hate dayîn.

Îro bi merasîmekê, xelkê Reqayê endamên Asayîşê û her du endamên YPG’ê ku di êrşa Daiş a beriya çend rojan de şehîd bûbûn oxir kirin.

Bi sedan şênî, encamên sazî û rêxistinûn sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û kesên axivî diyar kirin ku ev êriş dewama êrişên dewleta Tirk ên şeva 19 mijdarê li ser herêmê ye.

Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn..

Şehîd di nava dirûşmeyan de hatin sipartin..

Li Dêrikê merasîma şehîdên komkujiya Teqil Beqil pêk hat

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê jî merasîma çilrojiya şehîdên komkujiya Teqil Beqil li dar xist.

17 Şehîd li navçeya Amûdê hatin bibîranîn

Li navçeya Amûdê jî 17 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin bibîranîn. Di merasîm de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Dawê axivî û got:

“Ji bo azad û serkeftinê em amade ne hîne şehîdan bidin.”

Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan bi dawî bûn.

Back to top button