Saziya olî ya Kobanê banga bidawîbûna tecrîdê kir

Çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîda li Imeraliyê li herêmê didomin. Saziya Olî ya Kobanê tecrîda şermezar kir û bang li aliyê peywendîdar kir ku erkên xwe li hemberî Rêber Apo bi cih bînin.

Saziya Olî ya Kobanê li Qada Şehîd Egîd daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, koçberkirina sivîlan, wêrankirina binesaziyê û ferzkirina tecrîdê li ser rêber Ocalan bi sûcên li dijî mirovahiyê bi nav kir û got: NY, rêxistinên mafên mirovan û Desteya Oldarên Misilman a Cîhanê divê fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin û hesabê ji berpirsên wan sûcan bipirsin.”

Di dawiyê de, saziyê bang li gelên herêmê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a faşîst bibin yek û dengê xwe bilind bikin.

Back to top button