Kobanê..”Şikeft cihê ewlehî û parastinê ne”

Li hin gundên Kobanê bermayiyên dîrokî yên kevnar hene. Li ser girê Miştenûr jî şikeftên dîrokî hene lê hinek ji wan hilweşiyane.
Jinên Kobanê yên ku li gundan dijîn dibêjin, şkeft ji bo ewlehî û parastinê girîng in û divê li wan xwedî derkevin û wan biparêzin.

Li hin gundên Kobanê bermahiyên dîrokî yên kevnar hene lê piraniya wan şûnwaran hatine rakirin û hin ji wan jî hatine dizîn û windakirin.

Li Şêranê giredayi Kobanê, beriya rejîma Baasê ji Kobanê derkeve du peykerên şêran ên ji kevirê reş hebûn lê ji wir birin û li Reqayê danîn.

Li ser girê Miştenûr jî şikeftên dîrokî hene lê hinek ji wan hilweşiyan.

Li Kobanê gelek zêwiyên pîroz berê hebûn lê bi derbasbûna demê re û bi taybetî ji ber sedema şer hatin xirakirin.

Zêwiya Xanmamed û Zêwiya Kurikê du ji wan in.

Di vê çarçoveyê de jinên ji Kobanê nerînên xwe anîn ziman.

Jina bi navê Xedîce Îmam Elî ji gundê Minazê ye û 64 salî ye, behsa şikefta Keskesor kir.

”Şikeft bi rengê keçan xemilandîne”

Dayika bi navê Xanim Ebid Genî ji gundê Helincê ye û 80 salî ye.

Xanim dibêje, şikeft bi rengên keç û jinan dixemilî.

Back to top button