Ji bo hilbijartina pêşxwest ya parlamentoya Iraqê kêmî mehekê dem maye. Li nava welat tevî aloziyên siyasî û aborî amadekariyên ji bo hilbijartinê tê kirin. Yekîtiya Ewropa (YE) biryar da ku ji bo hilbijartina parlementoya Iraqê wê şandeyeke çavdêriyê bişîne welat.
Berpirsê Bilind yê Polîtîkayên Parastin û Karên Derve yê YE Josep Borrell li ser mijarê daxuyaniyek da.
Josep Borrell diyar kir ku şande li ser daxwaza Komisyona Hilbijartinê ya Bilbind a Serbixwe ya Iraqê wê hilbijartina 10’ê Cotmehê li welat pêk were bişopînin.
Borrell Parlementera Parlementa Ewropî Viola Von Cramon-Taubadel, weke serokê şandeya çavdêriya hilbijartinê erkdar kir.
Hin endamên şandeya çavdêriyê 28’ê Tebaxê gihîştin Bexda û Hewlêrê.
Wekî din, tê plankirin ku komek çavdêr piştî 15’ê Îlonê berê xwe bidin deverên cuda yên iraqê.
Çavdêrên YE wê li ser hilbijartin raporekê amade bikin.