Amerîkayê bi fermî ji peymana Parîsê ya ji bo ‘Av û hewayê’ vekişiya

Amerîkayê bi awayeke fermî ragihand ku ew ji peymana Parîsê ya ji bo ‘Av û hewayê’ vekişiya.

Di sala 2017’an de Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kiribû ku dê Amerîka ji peymanya Parîê ya ji bo ‘Av û Hewayê’ vekişe.

Îro bi awayeke fermî hate ragihandin ku ji peymanyê vekişiyane.

Hêjayî gotinê ye ku, Peymanya Parîsê ji bo parastina ‘av û hewayê’ û pêşî li germahiya kûrewî were girtin, di Kanûna sala 2015’an de hatibû îmzekirin.

Ev peyman jî dibe weke yekemîn peyman ji bo parastina av û hewayê tê naskirin.

189 Welatên cîhanê vê peymanyê îmze kirine û Amerîka jî yek ji wan welatên îmzekiribûn bû.

Lê bi fermî nebe jî ji sala 2017’an ve Trump ragihandibû ku wê jê vekişin.

Li ser asta cîhanê, Amerîka dibe duyemîn welat piştî Çînê ku zererê dide av û hewayê.

Back to top button