Însiyatîfa gel bang li gel kir ku 15’ê Sibatê jiyanê bisekinînin

Di salvegera 24’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan de wê li seranserê navçe û bajarên herêma Cizîrê meşên girseyî werin lidarxistin.

Endama Însiyatîfa Gel Perwîn Yûsif derbarê mijarê de axivî û got :

“Meş wê di 15` Sibatê de li bajarên Qamişlo û Hesekê û navçeyên Dêrik, Dirbêsiyê, Girkê Legê û Çilaxa bên lidarxistin.

Divê tevahî pêkhateyên herêmê, partî û rêxistin dakevin qadan, tevlî meşên 15`ê Sibatê bibin.

Em komploya 15`ê Sibatê lanet bikin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan helwestên xwe bikin yek.”

Perwîn Yûsif anî ziman ku pêwîst e ji gelên herêma Cizîrê tu kes di malên xwe de nemîne û her kes li hember tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dengê xwe bilind bike.

Însiyatîfa gel dema bidawîbûna hemleya îmzeyan heta dawiya Sibatê dirêj kir

Back to top button