Zêdeyî 15 hezar çeteyên dewleta Tirk ji Sûriyê çûne Lîbyayê

Tevî hemû bangên navneteweyî ji bo agirbesta li Lîbyayê, dewleta Tirk şandina çeteyên xwe a Lîbyayê didomîne û hejmara çeteyên ku heta niha şandiye 15 hezarî derbas kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di rojên dawî de 400 çeteyên din ji Sûriyê bi rêya Tirkiyê derbasî Lîbyayê bûn.

Bi vî awayî hejmara çeteyên ji Sûriyê çûne Lîbyayê 15 hezarî derbas kir.

Li gorî Çavdêriya Sûrî hin çeteyên ku vegeriyane Sûriyê agahî dane û gotine ku Tirkiyê ji bo girtina bajarê Sêrte amadekariyan dike.

Hat ragihandin ku ji bo serweriya li ser herêmên petrolê yên li Lîbyayê Tirkiye di nava hewldanên mezin de ye.

Şêx û rûspiyên Lîbyayê: Em ê li ber êrîşên dewleta Tirk rabin

Li aliyê din, Serokê Meclisa Bilind a Şêx û Rûspiyên Lîbyayê Mihemed Misbahî diyar kir ku ew mafdar in parastina welatê xwe bikin û li ber êrîşên dewleta Tirk rabin.

Misbahî da zanîn ku yên cihê xwe di nav artêşa nîştimanî ya Lîbyayê de digirin, endamên êlan in û got:

“Ger Tirkiye xeta Sêrtê-Cefa derbas bike, ew ê banga destwerdana yekser li Misirê bikin.”

Back to top button