Li başûrê Idlibê 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Li herêma kêmşer ango Idlib her ku diçe şer giran dibe. Li başûrê Idlibê çeteyên dagirkeriya Tirkî bi mûşekan êrîşî hêzên hikûmeta Şamê kir.

Di encamê de 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn. Li Derayê jî ji ber kuştina 2 çekdarên Feyleqê 5’ê, çekdaran wêneyên El-Esed li ser rêyan bajarokê Seydayê qedandin.

Her wiha li bajarê Tefes ê gundewarê parêzgehê şênî û çekdaran li dijî hilweşandina hikûmeta Şamê û derxistina çekdarên Îranê xwepêşandanek li dar xist.

Li herêmên dagirkeriya Tirkî û hikûmeta Şamê tevî rewşa jiyanî ya xerab, şer her li pêş e.

Li Idlibê ku qaşo weke herêmeke Kêmşer di navbera hêzên hikmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê hatiye diyarkirin, lê belê ti roj bê şer, pevçûn û kuştin derbas nabe.

Çavdêriya Sûrî ya mafên Mirovan ragihand ku li aliyê Cerade yê başûrê Idlibê, çeteyên dagirkeriya Tirkî bi mûşekên ji cureya B9 êrîşî hêzên hikûmeta Şamê kirin.

Di encamê de 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin.

Di vê çarçoveyê de jî hêzên hikûmeta Şamê bi topavêj û hawinan cihên çeteyan ên nêzîkî wan kirin.

Ji ber topbaranê hinek çeteyên Cebhet El-Nusra birîndar bûn.

Li bajarokê Fetîre jî, hêzên hikûmetê hewl dan ku derbasî çeperên çeteyan bibin.

Ji ber vê yekê pevçûnên tund di navbera her du aliyan derket.

Lê belê derbarê kuştî û birîndaran agahî nehatin bidestrxistin.

Çekdarên feyleqê 5’ê li ser rêyên bajarokê Seydayê wêneyên El-Esed çirandin

Li başûrê Sûriyê nakokiyên Rûs û Îraniyan li ser serweriya parêzgeha Derayê dewam dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çekdarekî Feyleqê 5’ê ji ber pevçûnên di navbera wan û rêbendeke hêzên hikûmetê de li bajarokê Mehcebê birîndar bû.

Çekdar ji bajarokê Seyda yê gundewarê Derayê yê rojhilat e.

Ji ber ku bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Weke tolhildan, çekdarên Feyleqê 5’ê li bajarokê Seyda wêneyên El-Esed li ser rêyan daxistin, pêlî kirin û piştre çirandin.

Duh jî şêniyên bajarê Tefes ê gundewarê Derayê xwepêşandanek li dijî hikûmeta Şamê û derxistin çekdarên Huzbullah û Îranî ji bajêr li dar xist.

Back to top button
Close
Close