Hikûmeta Swêdê, têkildarî 40 DAIŞ’iyên ji Swêdê dest bi lêpirsînê dike

Hikûmeta Swêdê, têkildarî 40 çeteyên DAIŞ’ê yên welatiyên wê ku bi gumana li Sûriye û Iraqê sûcê şer kirine, dest bi lêpirsînê kir.

Ji Radyoya Dewletê ya Swêdê Revend Shexo ragihand, ku polîsên Swêdê têkildarî 40 çeteyên DAIŞ’ê yên welatiyên Swêdê ne, bi gumana ku sûcên şer kirine dest bi lêpirsînê kirine.

Seroka Koma Lêpirsîna Sûcên Şer a Polîsan Patrîcîa Rakîc Arle ji re got:

“Hin ji DAIŞ’iyên ku ketine ber lêpirsînê li girtîgehên li Sûriyê di bin kontrola hêzên Kurd de ne.

Kenala Dewletê ya Swêdê (Svt) jî diyar kir ku polîsên Swêdê ji bo karibin têkildarî DAIŞ’iyan dest bi lêpirsînê bikin.

Di vê mijarê de, bi Netewên Yekbûyî û saziyên Yekîtiya Ewropayê re hevkarî kirine.

Back to top button