Mitsotakis: Li ser mafê mirovan yê navnetewî fikirandina me cuda ye

Serokwezîrê Yûnanistanê Kriakos Mitsotakis got, her çiqasî berjewendiyên wan û Tirkiye di mijara koçberan de heman be, lê di warê mafê mirovan de fikrandinek cuda heye.

Kriakos Mitsotakis di civîna çapemeniyê ya salane ya ku li Fuara Selanîkî ya Navneteweyî hate li dar xistin de axivî.

Mitsotakis derbarê Tirkiyê de got,

“Her çiqasî berjewendiyên me di hinek mijaran de heman be, lê cudahiyek mezin ya di pêkanîna hiquqa navnetewî de heye.”

Serokwezîrê Yûnanîstan li ser gefên Tirkiye yên Atîna gravan biçek dike jî ev tişt anî ziman:

“Ji bo parastina sînorê xwe em ne di wê rewşê de ne ku bi kesê re danûstandinê bikin.”

Kriakos Mitsotakis anî ziman ku wî biryar daye ku di mijara penaberan de bi Tirkiyê re hevkariyê bike û got;

Ew ê torên bazirganiya mirovan rakim.

Mitsotakis got, ji ber bernameya wî û Serokomarê Tirk Erdogan ya li Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku lihev nayê wê hevdîtinek dualî pêk neyê.

Hêjayî bibîrxistnê ye, 21’ê Îlonê wê New Yorkê Civîna Giştî ya NY pêk were.

Back to top button