Mamostayê Balraktar: Ji ber perwerdeya me dayî Selçuk Bayrataktar em fedî dikin

Di jiyana rojane de teknolojî êdî weke pêwistiyek sereke lê hatiye.
Piraniya van alavên teknolojî yên hatine çêkirin ji bo xizmeta civakê ne.
Lê hinek ji van, metirsiya herî zêde li ser civakê çê dikin.
Mînak dronên ji bo dîtina dimenên xweş yên jor û lêgerîna kesên winda herî zêde dihat bikar anîn, niha weke alavek a şer a herî zêde metirsîdar tê dîtin.
Zavayê Erdogan, Selçuk Bayraktar ku perwerda wê li Amerîka dîtî, ev dron biçek kirin û li dijî sivîlan bikar anî.
Ji ber vê yekê ji mamostayên wî yên zanîngehê Max Tegmark got,
Ji ber ku wî perwerde daye Bayraktar, fedî dike.

Max Tegmark ê ku bi eslê xwe Swêdî ye û li Amerîka ye, li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT) ku yek ji zanîngehên pêşeng ên welate, perwerdeya teknolojiyê dide.

Tegmark li zanîngehê perwerde dabû zavayê Erdogan Selçuk Bayraktar.

Bayraktarê ku ev perwerde ji bo komkujiyê bikar anî jî li gel mamostayên xwe bûye cihê aciziyê.

Tegmark di axaftina xwe ya li gel rojnameyek Almanî (Handelsblatt) de got:

“Ez fedî dikim ku min perwerde daye Bayraktar.”

Tirkiye dironên biçek di şerê li Sûrî, başûrê Kurdistan, Qerebax û Lîbya de bikar anî.

Herî dawî jî bi frotina wê ji Etiyopya re bûye sedema ku sivîl bên kuştin.

Back to top button