Fermandariya artêşa Iraqê: biryara derxistina hêzên biyanî ji bo herêma Kurdistanê jî derbasdar e

Berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê diyar kir ku biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, ji bo Herêma başûrê Kurdistanê jî derbasdar e.

Berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê Ebdulkerîm Xelef ji çapemeniya Iraqê re axivî û bal kişand ser biyara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê.

Xelef diyar kir ku biryara derxistina hêzên biyanî, biryarek giştî ye û hemû Iraqê tevî Herêma başûrê Kurdistanê jî digre nava xwe.

Berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê Ebdulkerîm Xelef dest nîşan kir ku dema derxistina Amerîk ji Iraqê ne hatiye diyar kirin. Lê êdî ew destûr nadin Amerîk bi tena xwe li Iraqê operasyonan lidar bixe.

Leave a Reply

Back to top button