Berdevkê Kazimî Ehmed Telal istîfa kir

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Ehmed Mela Telal îstifaya xwe ragihand û sedem jî nêrîna cuda ya li gel Kazimî nîşan da.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Ehmed Mela Telal bi awayekî fermî duh li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand, wî ji erka xwe îstifa kiriye.

Ehmed Mela Telal diyar kir, sedema istifaya wî ew e ku ew û Mistefa Kazimî ne xwedî heman nêrîn in û fikira wan ji hev cuda ye.

Ehmed Telal tekez kir, ew ê her ji bo xizmeta welat û doza xwe kar bikin.

Back to top button