Îro partiya Yekîtî û Pêşverû piştî rêzecivînên di navbera rêveberên her du partiyan de, peymana karê hevbeş mohr kir.
Partiya Yekitiya û Partiya Pêşverû civîneke çapemeniyê li Hola Cîgirxwîn a li bajarê Qamişlo li dar xist.
Civîn bi beşdarbûna sekreterên her du partiyan Mihêdîn Şêx Elî û Ebdulhemîd Hecî Derwîş pêk hat.
Bi rêya civînê peymana karê hevbeş ê di navbera her du partiyan de hate ragihandin.
Di peymanê de xalên ku li ser hatine mohrkirin;
Keda li hember pêkanîna aştî û ewlehiya li welêt were dayîn.
Bi armanca derxistin Tirkiyê ji sûriyê rêya diyalogê bi rejîmê û hemû hêzan re û çalakiyên siyasî û civakî û çandî re bê vekirin.
Têkildarî rewşa Kurdan û mafên bindestan, peyman li ser hebûna Kurdan wek pêkhateyekî dîrokî û xwezayî û parçeyekî ji gelê Sûriyê nayên qutkirin qebûl dike.
Piştî xwendina peymanê li pêşiya dezgehên çapemeniyê û beşdaran, sekreterê her dû Partiyan peyman mohr kir .