Vê sibehê polîsên AKP’ê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê operasyon dan destpêkirin û bi dehan kes binçav kirin.
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de girtin.
Di serdegirtinê de, tevî xerabkirinê gelek amûr jî hatin desteserkirin.
Hat ragihadnin li 10 bajaran bi ser gelek malan de hat girtin û der barê 42 kesan de biryara binçavkirinê heye.
Her wiha polîsan bi ser avahiya Komeleya Çavdêriya Koçê ya Stenbolê de jî girtin.
Di serdegirtinên 5 bajaran de der barê 28 kesan de biryara binçavkirinê heye û 22 kes hatine binçavkirin.
Li Wan, Çewlig û Amedê jî bi ser gelek malan de hat girtin.
Hevseroka HDP’a Çewligê ya Berê Saadet Firat û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû hat jî di nav de, 8 kes hatin binçavkirin.
Li aliyê din ji ber nûçeyekê, der barê nûçegihana Ajansa Mezopotamya Bêrîvan Altan de, lêpirsîn hat destpêkirin.