Janet Biehl: Tirkiye ji Kurdan ditirse lewma êriş dike

Nivîskara ji Brîtanyayê Janet Biehl û Rojnamevanê Brîtanî Matt Broomfield li dijî êrişên Tirkiyê derketin.
Ew dibêjin Tirkiye ji hêza Kurdan ditirse ji ber wê êriş dike û ji cîhanê xwestin ku rê li ber êrişên wê bigirin û nehêlin herêmine din dagir bike.

Nivîskar, hunermend û wergêra ji Brîtanyayê Janet Biehl li ser polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ajansa Hawarê re axivî.

Berî niha Janet Biel gelek caran serdana Rojava Kiriye.

Biehl diyar kir ku Tirkiye ji hêza gelê Kurd û demokratîkbûna wê ditirse û li hember mafên mirovan dibe asteng.

Ew dibêje tevî hemû êrişên Tirkiyê jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di berxwedanê de bi biryar e û got:

”Cîhan bi şerê li Ukrayna ve mijûl e û Tirkiye jî ji vê sûd digire û êrişî Rojava dike.

Ji niha ve êrişên xwe zêde kirine.

Cîhanê çawa destek da Ukraynayê, divê bi heman rengî destekê bide têkoşîna Kurdan û rê li ber êrişeke nû bigire.

Divê rê nedin Tirkiyê ku deverke din ji Bakur û Rojhilatê Sûrî were dagirkirin.

Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin.”

Matt Broomfield: Tirkiye dixwaze Kurdan qir bike

Rojnamevanê Brîtanî Matt Broomfield jî ku 3 salan li Bakur û Rojhilatê Sûrî maye, der barê êrişên dewleta Tirk nirxandin kir.

Broomfield qirkirina Kurdan û tunekirina projeya Rêveberiya Xweser a demokratîk armanca sereke ya van êrişan destnîşan kir.

Ew dibêje li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ne tenê Kurd gelek pêkhateyên din jî hene.

Û Eger Tirkiye êrişekê li dijî wan pêk bîne wê hemû pêkhate li hember wê bisekinin.

Back to top button