Îran..yekem car namzetên seroktiyê di TV de tên beranberî hev

Yekem care namzetên hilbijartina serokatiyê ya Îranê di bernameyên televizyonan de hatin beranberî hev. Herdû aliyan hevdû bi ixanet û bê hêziyê tewanbar kirin.

Namzetê Serokatiyê Ebdulnasir Hemtî ku berê serokê Benga Navendî bû, Namzetê din ê Serokatiyê Mihsin Ridayî rexne kir û da zanîn ku nakokiyên bi welatên rojava re ji ber siyasetên xeta ku ew nûnertiya wê dike ye.

Ji aliyê xwe ve jî namzet Mihsir Redayî ku berê Serokê Parêzvanên Şoreşê bû Hemtî tewambar kir ku wan serê xwe ji cezayên DYA`yê re daxistine.

Tê payîn di 18`yê Hezîranê de hilbijartinên serokatiyê yên Îranê werin lidarxistin.

Back to top button