Li Îraqê kesê duyemîn bi nexweşiya Kîvarka Reş jiyana xwe ji dest da

Nexweşiya Kîvarka Reş li Îraqê hin bi hin belav dibe..Kesê duyem ku efser e li parêzgeha Wasit a Iraqê bi vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Çapemeniya Îraqê ragihand “Kesê bi navê Ebbas Ekkar ji ber ku bi nexweşiya navborî ketibû, duh sibehê jiyana xwe ji dest da.”

Pisporên Îraqî dan zanîn “Ev nexweşî bi awayekî zêde li parêzgehên Îraqê belav dibe û ev metirsiyek e û dibe pir rewşên hîna fermî nehatine netomarkirin hebin.”

Li gorî şêwirmendên di Saziya Tendirustî ya Cîhanî de, kesên ku hêza wan kêm e û xwe li ber nexweşiyan nagirin, bi vê nexeşiyê dikevin .

Back to top button