Parêzer Cemal Demîr: CPT hewl dide êşkenceyê binixumîne

Ji parêzerên Baroya Wanê hiqûqnas Cemal Demîr diyar kir ku CPT hewl dide êşkenceya li Îmraliyê binixumîne û got: “CPT ketiye bin bandora hikumetan” Ciwanên ji bajarê Rihayê jî bertek nîşanî tecrîdê dan û gotin: Ew ê tecrîda li ser Rêberê xwe tu carî qebul nekin

Ji parêzerên Baroya Wanê hiqûqnas Cemal Demîr derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo de ji ajansa ANF’ê re axivî.

Cemal Demîr bi bîr xist ku Rêber Apo 24 sal in bi rengekî nehiqûqî li Girava Îmraliyê tê girtin û got:

“Birêz Ocalan ji mafên qanûnî yên girtî û hikumxwaran bêpar tê hiştin.

Tecrîd bi vî rengî tê şidandin.”

Demîr diyar kir ku CPT a ku divê bi erka xwe rabe, hewl dide êşkenceyê binixumîne û wiha dewam kir:

CPT li dijî rêgezên xwe yên hiqûqî û sedema hebûna xwe tevdigere û ketiye bin bandora hikumetan.

Bêdengiya CPT ne ya qebûlkirinê ye.”

Di dawî de Hiqûqnas Cemal Demîr bang kir ku divê Tirkiye jî di demeke kurt de li ser şert û mercên li Îmraliyê daxuyaniyekê bide.

Ciwanên rihayê di konferansa xwe de bertek nîşanî tecrîdê dan

Ciwanên bajarê Rihayê ku 3. kongeraya xwe ya asayî li dar xistin jî bertek nîşanî tecrîdê dan.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî di nav de gelek ciwan beşdarî konferansê bûn.

Di Konferansê de îşaret bi şerê taybet ê li ser ciwanan, êrişên li ser gelê Kurd û tecrîdê hate kirin.

Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag li vir axivî û bertek nîşanî tecrîdê da.

Back to top button