Êrîşên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.
Dewleta Tirk vê sibehê gundekî navçeya Şera topbarankirin.
Artêşa Tirk a dagirker îro gundê Şiwarxe û Keleha Şiwarxe ya girêdayî navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî tobparan kir.
Têkildarî encamên topbaranê heta niha agahiyên berfireh bi dest neketine.
Her wiha doh Balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li gundê Sinciqa Sadûn ê Amûdê êrîşeke pêk anî..
Di encamê de 3 welatî birîndar bûn.
Heman rojê li Minbicê jî dewelat Tirk û çeteyên wê gundê Ewn Dadat da ber topan.