YPS: Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînina

Berî 4 salan weke îro dewleta Tirk a dagirker li Bakûrê Kurdistanê bajarên Cizîr, Silopî û Sûr dorpêç kir û 105 rojan êrîş kir û ji sedî 70’ê navçeya Sûrê xira kir.
Ev hezar û 462 roj in qedexeya li ser 6 taxên Sûrê hîn jî dewam dike.
Koordînasyona YPS bi munasebeta vê rojê şehîdên berxwedana rêveberiya cewherî bi bîr anî û got, “Em ê tola şehîdan hilînin û xeyalên wan pêk bînin.”

YPS’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku berxwedana li bajaran a li Bakurê Kurdistanê di dîroka mirovahiyê de cihê xwe girtiye.

YPS destnîşan kir ku gelê Kurd 40 sal zêdetir e li dijî faşîzma dewleta Tirk li ber xwe dide û li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê jî nirxên mirovahiyê diparêze.

YPS bibîr xist ku di 2’ê Kanûna 2015’an de dewleta Tirk a dagirker ji bo rihê berxwedanê bişkîne bajarên Cizîr, Sûr û Silopî dorpêç kir, lê li hemberî êrîşên bi tank topan li Sûrê berxwedaneke mezin hat nîşandan.

YPS soz da ku ew ê tola şehîdan hilînin û weha dewam kir:

“Di şexsê şehîdên me yên mezin Çiyager, Zeryan, Nûcan, Dayika Taybet de em hemû şehîdên berxwedanê bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin.”

Leave a Reply

Back to top button