Berdevkê fermî yê QSD`ê Kîno Gabriyêl bang li DYA û Rûsya ku garantorên agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne kir ku vê agirbestê pêk bînin û rêya M4 li pêşiya sivîlan vekin.
Berdevkê fermî yê QSD`ê Kîno Gabriyêl li ser malpera fermî ya QSD`ê daxuyaniyek weşand û wiha got:
“QSD û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêmên Cizîrê (Hesekê, Qamişlo û Dêrikê) û Dêrazorê belavkirina hêzên xwe bi dawî kir.
Her wiha karê hevbeş ji bo şopandina şaneyên DAIŞ`ê û peydakirina ewlehiytê jî dewam dike.
Di heman demê de, parastina sivîlan ji êrişên terorê û zeviyên petrol û gazê li wan herêman, didome.
Ji bo peydakirina ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê her du dewletên garantor (DYA û Rûsya) agirbesteke giştî pêk bînin û rêya navneteweyî M4 li pêşiya sivîlan vekin.”