Rûsya: Li gundewarê Kobanê di encamê teqîna mayînekê de 3 leşkerên Rûsyayê birîndar bûn

Li gundewarê Kobanê di encama teqîna mayînekê de, 3 leşkerên Rûsyayê birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarê bajarê Kobanê bi wesaîteke Polîsa Leşkerî ya Hêzên Rûsyayê ve mayînek teqiya ye.

Li gorî daxuyaniyê mayîn li rojavayê gundê Devemexer, li rojhilatê Kobanê teqiya.

Wezaretê diyar kir ku di encamê de 3 leşkerên Rûsyayê yên di wesaîtê de bûn bi sivikî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê dest destnîşan kir ku wesaîta polîsa leşkerî di çarçoveya pêkanîna dewriyeyeke hevbeş a li gel dewleta Tirk a dagirker de li herêmê digeriya.

Leave a Reply

Back to top button