ÇETEYÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER PEV DIKEVIN, 2 ÇETE Û 2 ZAROK HATIN KUŞTIN

Asta hovîtiya çeteyên dewleta tirk ku Efrîn dagir kirine sînoran nas nake.Çeteyan bi ser gundeke navçeya Şêrewa ya Efrînê de girtin û 2 zarokên di xewde bûn kuştin.

 

Çavkaniyên herîmî diyar kirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi ser gundê Îska yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de girt.

Di encamê de çeteyên bi navê Mihemed Nasir El-Berşa û Ehmed Abdayê hatin kuştin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çete derbasî maleke li gund bûn û 2 zarokên ku di xew de bûn gulebaran kirin.

Di encam de her du zarokên ku yek temenê xwe nêzî 6 û yê din jî 3 sal hatin kuştin.

Li gorî Çavkaniyan serdegirtin û kuştinê bi demançeya bêdeng hate pêkanîn û beyî ku şer derkeve, bûyer pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button