FBI têkildarî hilbijartina serokatiya DYA hişyarî da

Bi nêzîkbûna hilbijartina serokatiyê yên DYA’yê re, FBI’yê li ser ‘kampanya agahiyên nerast ‘ ya ji ber sîstema dengdana bi nameyan hişyarî da.

Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) bi daxuyaniyekê hişyarî da ku di hilbijartina serokatiyê yên 3’ê Mijdarê de dibe ku ‘aktorên derve’ kampanyayên agahiyên nerast bimeşînin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku armanc ji karên bi vî rengî ew e ku zerarê bidin pêvajoya hilbijartinê ya li DYE’yê û baweriya raya giştî ya bi saziyên demokratîk kêm bike.

Di hilbijartina îsal ên li DYA’yê de bi taybetî rêbaza dengdana bi nameyê gelekî bûye mijara nîqaşê.

Li gorî anketan Serokê DYA Donald Trump kêmî hevrikê xwe Joe Bîden dengan werdigire.

Li gorî hin saziyên medyayê, Trump dibîne ku ger rêjeya tevlîbûnê ya li hilbijartinê zêde be îhtimala wî ya têkçûnê jî mezin e, lewma serî li propagandayeke bi vî rengî dide.

Back to top button