Almanya ‘qenciyê’ li çeteyên erdogan dike

Hikumeta Alman ragihand ku qedexekirina komên neteweperest ên tund ên Tirk di rojeva wan de nîne.
Parlamentera Partiya Çep Bunger got,“Ji bo qedexeyeke bi vî rengî bê ragihandin hîn divê çi bibe?” û nerazîbûn nîşanî hikumetê da.

Piştî ku Serokê AKP’î Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinên serokomariyê de bi ser ket, li Almanyayê komên alîgirên AKP-MHP’ê xwepêşandan lidar xistibûn.

Piştî van xwepêşandanan ku dem bi dem bûyerên tundiyê qewimîn, Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger mijar xist rojeva Meclîsa Federal.

Ji bo Hikumeta Federal a bi serokwezîrtiya Olaf Scholz bersivê bide, Clara Bunger pêşnûme-pirsek pêşkêş kir.

Bunger diyar kir ku komên faşîst ên Tirk gefê li Kurdan, hindikahiyên li Tirkiyê û muxalîfên rejîma Erdogan ên li Almanyayê dixwin û pirsa, mîna li Fransayê wê bêne qedexekirin an na.

Bi navê hikumetê, Wezareta Karên Hundir di 7’ê Hezîranê de bersiv da pêşnûme-pirsa Bunger û îdîa kir ku li ser ewlekariya jiyanê ya Kurd û muxalîfên Tirk ên li Almanyayê gefek nîne.

Wezaretê her wiha îdîa kir ku yekîneyên ewlekariyê ti carî çavê xwe ji tundrewiyê negirtine.

Bunger: Hîn divê çi bibe?

Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir da û diyar kir, nayê qebûlkirin ku hikumetê, li gel bûyerên tundiyê jî, qedexekirina komên neteweperest ên tund ên alîgirên Erdogan, nexistiye rojeva xwe.

Bunger anî ziman, hikumet ji bo Erdogan hêrs û aciz neke biryara parastina Kurdan û muxalîfan wernegirtiye û got,

“Ez vê pirsê ji xwe dikim; ji bo ‘Ulkucu’ neteweperestên tund bêne qedexekirin, gelo divê hîn çi bibe?

‘Ulkucu’ li Almanyayê hîn jî koma herî mezin a rastgiriya tund e û bi qasî Neonaziyan xetere ye.”

Parlamentera Partiya Çep Bunger ragihand ku li gel gefên li ser Kurd, Ermen û komên din ên li şûna ku komên neteweperest ên Tirk bêne qedexekirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd tê krîmînalîzekirin û destnîşan kir ku ew vê yekê qebûl nakin.

Îstîxbarat: Li ser ewlekariya hundirîn gefeke

Di vê navberê de berevajî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, li gorî Daîreya Parastina Destûra Bingehîn, komên faşîst ên Tirk li ser ewlekariya hundirîn gefek e.

Daîreya Parastina Destûra Bingehîn herî dawî meha Çileyê li ser komên neteweperest û nijadperest ên Tirk analîzek weşandibû.

Daîreyê diyar kiribû, neteweperestên tund ên Tirk li dijî Kurd, Ermen, Rûman, Yahûdî û Elewiyan xetere ne.

Back to top button