Bûyerên zêde yên avhewayê bû sedema mirina 195 hezar kesî

Ajansa Hawirdorê ya Ewropa rapora 1980-2021 ya bandora bûyerên xwezayî tenê li parzemîna Ewropa parve kir.
Ajansê diyar kir ku nêzî 195 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha 560 mîlyar euro ziyana madî jî pêk hatiye.

Li gorî rapora ku ji aliyê Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê (EEA) ve hatiye weşandin, di nava 40 salên dawî de 195 hezar kes ji ber şert û mercên giran ên hewayê jiyana xwe ji dest dane.

Nirxa xisara madî ya ji ber şert û mercên hewayê yên awarte derketiye 560 milyar euroyî.

Di rapora EEAyê de hat gotin “ji ber lehî, bahoz, pêlên hewaya germ û sermayê, şewata daristanan û şimitîna axê di navbera salên 1980-2021’an de nêzî 195 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji zirarên madî tenê 170 milyar euro hatiye sîgortekirin.

Her wiha dane, nîşan didin ku pêlên germê ji sedî 81’ê mirinan û ji sedî 15’ê zirara aborî ye.

Karbidesta EEA Aleksandra Kazmierczak ji ajansa AFP re got,

“Divê em bilez xwe amade bikin da ku bûyerên hewayê yên tund bi proaktîf mijûl bibin da ku pêşî li mexdûrên din bigirin.

Tedbîrên ji bo parastina nifûsa pîr a Ewropayê, nemaze ji ber germahiya hewa û bandora wê ya li ser kal û pîra.”

Her çend li Ewropayê piştî pêlên germê yên dubare di havîna 2022’an de jimara miriyan zêde kir, ev dane di rapora EEA ya ku îro hate weşandin de cih negirt.

Li gor nirxandina EEAyê eger gerstêrk 1,5 pileyî germ bibe, heta dawiya sedsalê ji 9 milyar euroyan wê bigihêje 25 milyar euro yî.

Di raporê de hat diyarkirin ku ger ji bo rê li ber şert û mercên giran ên hewayê tedbîrên pêwîst neyên girtin wê berhemên çandiniyê û dahata çandiniyê jî kêm bibe.

Back to top button