Amerîka bang li welatiyên xwe kir ku ji Rûsya derkevin

Li Rûsya girtina rojnamevanê Amerîkî, Moskow û Waşîngton aniye pêşberî hev.
Piştî Rûsya rojnamevanê Wall Street Journal girt, Amerîka bang li welatiyên xwe kir ku ji wî welatî derkevin.

Bi girtina rojnamevanê Wall Street Journal (WSJ) Evan Gershkovich re, peywendiyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de aloztir bû.

Waşîngtonê li dijî vê yekê bertekê tund nîşan da û bangeke nû li welatiyên xwe yên li wî welatî kir ku tavilê ji Rûsyayê derkevin.

Rêvebirê Ragihandinê yê Koşka Spî John Kirby got,

Hebûna Amerîkiyan li Rûsyayê cihê nîgeraniyeke zêde ye.

Kirby diyar kir ku ew ji binçavkirina Gershkovîch û îdiayên der barê wî de matmayî mane û ev tişt anî ziman:

Tu hişyarî û îşareta ku Rûsya wê li dijî rojnamegeran operasyoneke berfireh bigre, negirtine.

Kirby destnîşan kir ku ji bo gotina vê yekê mirov dikare bêje hîna zû ye.

Amerîkayê berê hişyarî dabû welatiyên xwe ku neçin Rûsyayê.

Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) diyar kir ku welatiyê Amerîkayê Gershkovich ê 31 salî dema dixwest agahiyên veşartî bi dest bixe, hat binçavkirin.

WSJ: Demildest berdin

Rojnameya WSJ li ser girtina xebatkarê xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rojnameyê xwest ku demildest nûçegihanê wan were berdan û got:

“Em bi Evan û malbata wî re di nav hevgirtinê de ne.”

Rojnamevanên Sînornenas (RSF) jî ragihand ku Evan li ser koma çekdarên Wagner ên Rûsî ku di şerê li Ukraynayê de tên bikaranîn lêpirsîn dikir.

Hikumeta Rûsya: Li ser sûc hate girtin

Li aliyê din Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova îdia kir ku Gershkovich ji ber ku pîşîya xwe ji bo veşartina “çalakiyên negirêdayî rojnamegeriyê” bi kar aniye “li ser sûc hatiye girtin.”

Kremlînê got;

Ev mijar ji FSB re eleqedar bû lê wan dizanibû ku Gershkovich “li ser sûc hatiye girtin.”

Li Rûsyayê ji bo sûcê sîxuriyê heta 20 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Herî dawî Gershkovîch ji rojnameya WSJ re nûçeya derbarê cezayên li ser Rûsya û bandora şerê li Ukrayna çêkiribû.

Back to top button