Ukrayniyan şeva xwe di bin êrişa moşekên Rûsya de derbas kir.
Serfermandariya Giştî ya Ukrayna ragihand ku artêşa Rûsya êrişî 6 bajaran kiriye.
Serfermandariyê têkildarî êrişê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:
Di saetên şevê de, artêşa Rûsya êrişî bajarê Çernigov, Sûmî, Xarokv, Donetsk, Zaporijiya û Xersonê kir.
Di êrişan de, 11 moşek, 4 êrişên asmanî û 43 êrişên bi sîstema moşekên pirlûle hatiye karanîn.
Ukrayna îdia kir ku di êrişa li dijî Xarkovê de, 9 moşekên S-300 hatiye bikaranîn.
Di êrişê de 3 sivîl bi sivikî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 10 balafirên bêmirov ên artêşa Rûsyayê bi wan êriş kirî, 9 hatine xistin.
Navenda şerên herî dijwar jî hîna Bîlogorivka, Bahmut, Avdiyivka û Marînka ne.
Waliyê Zaporijiya jî ragiahnd ku di êrişê de ziyan li herêmên sivîlan bûye.
Lê ti ziyanên canî pêk ne hatiye.