Bi balafir û helîkopteran, artêşa Tirk a dagirker çiyayê Garê bombebaran dike.
Artêşa dagirker ji vê berbangê de, li gel topbarankirinê, leşkerên xwe bi herlêkopteran vediguhêze qadên gerîllayan.
Li gorî ajansa nûçeyan ANF’ê, li herêmên Prizê, Bergarê û Siyanê yên bi ser Garê ve, di navbera gerîllayên HPG’ê û leşkerên dagirkeriyê de, şerekî giran rû daye.
Li gorî agahiyan, Tirkiyê jimareke zêde ya leşkeran li qada Siyanê bi cih kiriye û li dijî HPG’ê şer dikin.