Li Sûrî 5 hezar û 651 kesî jiyan xwe ji dest dane

Erdheja 6’ê Sibatê ku navenda xwe Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû, zêde bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Xelkê di vê erdhejê de zirarek mezin dît û gelek windahî dan.
Li Sûrî ji ber erdhejê heya niha bêtirî 5 hezar kes bûn qurban.
Dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir jî bibe.

Erdheja ku qewimî bandor li Sûrî jî xist ..

Welatê ku ev bi qasî 12 salan e di nava şer de ye ..

Bi ser halê vî welatî de erdhej jî bi ser wan de hat ..

Heta niha bi qasî 5 hezar zêdetir hejmara qurbaniyan hatiye tomarkirin ..

Gelek herêmê Sûrî bi erdhejê bandor bûn û ziyanên mezin dîtin ..

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî jî wêraniyeke mezin çêbû.

Dewleta Tirk a dagirker nehişt tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û alîkarî bigihêjin wir.

Li ser malperên medyaya dîjîtal dîmenek belav bû, tê de diyar dibe çawa dewleta Tirk di karesatan de jî şerê Kurdan dike..

Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku di erdheja li Sûriyê de heta niha 5 hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Çavdêriyê eşkere kir ku cenazeyên hezar û 702 kesên li Tirkiyeyê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, ber bi Sûriyeyê ve hatine şandin.

Li gor daxuyaniyê hezar û 479 cenaze di sînorê Bab el-Hawayê

166 cenaze di sînorê Bab el-Salam

22 cenaze di sînorê El Raiyê

20 cenaze di Cerablûsê û 15 cenaze jî di Cindirêê re hatine şandin

Texmîn hene hîna hejmara qurbanên erdhejê zêdetir bibe ..

Xebatên tîmên lêgerînê li herêmên hilweşiyayî bi hemû derfetên xwe dewam dike.

Hîna jî bi sedan kes di bin kavilan de ne ..

Back to top button