Cenazeyê qurbaniyeke din a erdhejê gihaşt herêmê

Rêveberiya Xweser cenazeyê qurbaniyeke erdhejê ji deriyê Ewn Dadat ê di navbera Minbic û Cerablusê ya dagirkirî de, wergirt.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser axivî.

Dr. Ciwan ragihand ku wan cenazeyê qurbaniyeke erdhejê yê li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye, ji deriyê Ewn Dadat wergirtine.

Her wiha li gorî Rêveberiya Xweser navê kesa ku cenazeyê wê hatiye wergirtin Cemîla El Zobayî (63) ya ji Dêrazorê ye.

Bi vê yekê hejmara cenazeyên qurbaniyên erdhejê yên ku Rêveberiya Xweser ji deriyên sînor wergirtine, bû 74.

Back to top button