Şêniyên navçeya Eyn Îsayê jî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker rojên 3 û 4’ê Çileyê çalakiya kon ê parastian destkeftiyan lidarxistin.
Welatiyê bi navê Iyad El Hemed ê tev li çalakiyê bûbû anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze aboriya herêmê têk bibe û wiha got:
“Tirkiyê dixweze şêneyên herêmê birçî bike da ku wan neçar bike ku serî ji siyasetên wê re bitewînin.
Gelên berxwedêr zindî ne, pêşeroja xwe çêdikin û zarokên wan berhemê berxwedanê kom dikin.
Berxwedan û têkoşîn vebijêrka me ye û em ê biserkevin.”
Zehra Osman jî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û diyarkir ku ew devji axa xwe bernadin û wiha berdewamî da nirxandinên xwe:
“Gelê herêmê aştiyê dixwaze, ji ber wê dê li hember êrişan bisekinin.
Çalakiya me delîla berxwedanê ye.
Em dev ji axa xwe bernadin û ji bo parastina axa me çi ji me bê xwestin em ê bikin.”