Li Ewropayê dengdan wê îro bi dawî bibe

Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê dengdana li derveyî welat roja sisiyan li pey xwe hişt.
Li gorî hilbijartinên 14’ê Gulanê rêjeya tevlîbûnê zêde ye. Dengdan wê îro bi dawî bibe.

Şevger Turk a ciwan, ji ber nexweşiyê dengê xwe kar neanîbû, ji bo tûra duyemîn ev tişt anî ziman:

“Em di dema têkbirina Erdogan de ne. Derfeteke dawî di destê me de heye.

Banga min li ciwanan hemûyan e, çi dikin bila bikin bila dengê xwe bidin.

Ne tenê gelê Kurd, her wiha gelê Tirk, sosyalîst, hemû beşên civakê divê dengê xwe bidin.

Banga min li ciwanên Kurd ew e ku ti carî hêviya xwe winda neke.”

Muşahîda Partiya Çepên Kesk Rabîa Baldemîr jî bal kişand ser tevlîbûna xurt a li dengdanê û got:

“Ji bo bidawîbûna dengdanê roja dawî ye. Em bang li jin, ciwan, xizan, kedkar; her kesî dikin.

Ji bo hesabpirsîna ji vê desthilatdariyê em ê dengê xwe bidin û xwedî li dengê xwe derkevin.

Heta saet 22:00 deng dikare bê bikaranîn.”

Partiya Çepên Kesk ji bo tura 2. a hilbijartinan xebatên xwe didomîne

Back to top button