73 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

PDK’e der barê aqûbeta rojnamevan Silêman de bêdeng maye.
Rojnamevan, nivîskar û dayika Silêman Ehmed axivîn û gotin:
“Ev kiryar siyaseta nedemokratîk a Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rojnamevan Silêman Ehmed 73 rojan revandiye.

PDK’e nahêle ne malbat ne jî parêzer pê re hevdîtinê pêk bînin.

Li hember wê Rojnamevan, nivîskar û dayika Silêman Ehmed axivîn.

Dayika Silêman Ehmed: PDK’ê bêsedem kurê min girtiye

Dayika rojnamevan Silêman Ehmed, Sultane Ehmed axivî.

Sultane Ehmed bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku destwerdanê di doza kurê wê de bikin.

Sultane Ehmed got: “Kurê min ji zêdetirî 5 salan ve karê rojnamevaniyê dike.

Girtin wî ji aliyê PDK’ê ve bê sedem e. Em banga serbest berdana wî dikin.”

“PDK nahêle derveyî ramanê wî karên ragihandinê were meşandin”

Li dijî revandina rojnamevan Silêman Ehmed rojnamevan û nivîskarên Başûrê kurdistanê jî axivîn.

Parlamenterê berê yê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Omêd Heme Elî dazanîn ku girtina rojnamevanan encama siyaseta nedemokratîk a Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye.

Nivîskar û rojnamevan Mehmûd Ebdulkerîm jî dazanîn ku desthilata Başûrê kurdistanê nahêle derveyî xizmet wî xebatên raman yên cûda û karê medyayî bê kirin.

UNAMI: Em ê serdana Silêman Ehmed bikin û mafên wî bi cih bînin

Back to top button